Türkan Tosun
09 Nîsan 2020•Rojanekirin: 09 Nîsan 2020
Li ser malpera înternetê ya New York Timesê ji kesên li New Yorkê dijîn û bi vîrusa koronayê ya nû ketine genom hatin hildan û li ser van lêkolîn hatin kirin.
Li gor van lêkolînan şewba vîrusa koronayê hê di meha sibatê da li New Yorkê hebûye û ne ji Asyayê ji hêla kesên ku Ewropayê hatine gihîştiye New Yorkê.
Li gor nûçeyê Zanyarê Genetîkê Harm van Bakel û tîma wî li Fakulteya Tipê ya Mounth Sinai Icahnê lêkolînên laboratuvarê kirin û di encamê da gihîştin vê agahiyê ku kesên Kovîd-19yê ketine jê gelek ji Ewropayê ne.
Lêkolîneke din a li Fakulteya Tipê ya Grossmanê ya Zanîngeha New Yorkê hatiye kirin jî di nûçeyê da hat behskirin û hat gotin li gor xebatên vê fakulteyê jî dîsa heman encam hat bidestxistin.
Hat gotin vîrus pir zû bi veşartî belav dibe, heke test zû bê kirin ew zûtir tê tespîtkirin.