NEW YORK
Rojnameya New York Timesê ji ber xebera xwe ya der barê tevlêbûnên rêxistina DÎŞIyê de weneyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu weşandibû, sererastkirin weşand.
Rojnameya New York Timesa ku di çapemeniya DYAyê de ji ber polîtîkaya wê ya DÎŞIyê der barê Tirkiyeyê de xeberên tund diweşîne, ji bo wêneyên ku di xebereke xwe de bi kar anî rastî bertekan hat. Li ser vê yekê jî mecbûr ma ku sererastkirinê biweşîne.
Rojname di xeberên xwe de îdia dike ku Tirkiye ji çavkaniyên milîtanên DÎŞIyê yek e û di vê çarçoveyê de serdaboriya kesên ku ji bo tevlî DÎŞIyê bibin diçin herêmê weşand. Her wiha di xeberê de tê îdiakirin ku Rêvebirên Tirkiyê li dijî DÎŞIyê tevdîrên baş nagirin. Rojnameyê ji bo xeberê jî weneyên Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu yên ku piştî nimêja înê ji mizgefta Haci Bayram Welî derdikevin bi kar anî.
Rojname piştî bertekên Erdogan û hin kesên din mecbûr ma ku sererastkirinê biweşîne. Rojnameyê parast ku weneyê ku di malperê de hat weşandin bê hemdî wan hatiye weşandin û ragihand ku tu eleqeya camî û Serokwezîr bi xeberê re tuneye.