03 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
WASHINGTON
Wezareta Beravaniya DYAyê (Pentagon)ê ragihand ku wesayitên zirxkirî yên rejim Rûsyayê digel karwanên alîkariya mirovî ketine Minbicê.
Berdevkê Pentagonê Albay Jeff Davis di birifîngê da bersiva pirsên nûçegihanê AAyê da û got, "Em agahdar bûn ku karwanên alîkariya mirovî ku rejim û Rûsya sponsoriya wan dikin, ketin Minbicê û wesayitên zirxkirî jî digel wan bûn, haya me jê heye û em dişopînin. Em ne beşeke ji vê tevgerê ne lê em dixwazin hemî aliyên li saheyê xwe li şerê dijî DEAŞê bişidînin."
Berdevk herwiha anî ziman ku haya wan jê nîn e ka gelo peymanek di navbera Konseya Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD)ê û Beşşar Esedî da heye yan na.