25 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
ROMA/ANKARA
Hat ragihandin ku hejmara qurbaniyên erdheja ku duhê ber destê sibê li navîna Îtalyayê çêbû, derket 247an.
Di daxuyaniya Dezgeha Parastina Sivîl a Îtalyayê da hat destnîşankirin ku hejmara qurbaniyên erdhejê derket 247an û tirs heye ku ev hejmar zêde be.
Li devera erdhejê gelek kes bêxanî man û gelek kes jî ji ber tirsa lerzê naçin malên xwe. Li vir ekîbên parastina sivîl ji bo van kesan konbajar saz kirin.
Hat gotin Arquata del Tronto ku yek ji wan deveran ne ku di erdhejê da lê gelek xesar çêbû, bi tenê li vir û derûdora wê hezar û 500 kes bê star man.
Serokwezîr Matteo Renzi duh êvarê li herêma erdhejê geriya, xebatên lêgerîn û xelaskirinê şopand û destnîşan kir ku ewê seba deverên ku erdhej lê çêbû, rewşa derasayî îlan bikin.
Wezîrê Karên Navxweyî Angelino Alfano jî got ku di xebatên lêgerîn û xelaskirinê da tevî leşkeran hezar û 450 kes peywirê tînin cih.