10 Adar 2016•Rojanekirin: 11 Adar 2016
ÎZMIR
Koçber ji bo hêviya jiyaneke baştir bi rêyên dereqanûnî berê xwe didin Ewropayê, lê di operayonên bejahî û deryayî da tên girtin. Hejmara koçberên ku di nav 69 rojên sala 2016an da hatin girtin, ji 50 hezarî derbas bû.
Koça penaberan digel talûkeyan didome. Li Tirkiyê jî li dijî koça dereqanûnî xebat bê navber didomin.
Koçber herî zêde li ser Behra Egeyê ra koç dikin. Ekîbên Fermandariya Ewlehiya Qerax li ser Behra Egeyê, cendirme û ekîbên ewlehiyê jî li Aydin, Balikesîr, Çanakkale, Îzmir, Mugla, Antalya, Edirne û Kirklareliyê nobetê digrin da ku derbasbûnên qaçax çênebin.
Di nav 69 rojên sala 2016an da ji 50 hezarî zêdetir penaber di operasyonan da hatin girtin.
Ewlehiya Qerax di operasyonên navbera 3 û 9ê adarê da 548 biyanî li ser behrê girtin. Bi van penaberan va hejmara penaberên qaçax ên ku îsal girtin derket 15 hezar û 48an.
Cendirme û polêsan jî di nav hefteyekê da 477 penaber girtin. Hejmara penaberên ku li bejahiyê hatin girtin îsal nêzî 35 hezaran e.
- Di Behra Egeyê da 183 penaber xeniqîn
Li Dîdima navçeya Aydinê 6ê adarê da li ser behrê tekna penaberan binav bû û zarok jî di nav da 25 kes xeniqîn. Duh jî li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê tekna penaberan binav bû û 5 penaber xeniqîn.
Ji serê salê heta niha di Behra Egeyê da 183 penaber xeniqîn.