Burak Dağ
27 Sibat 2025•Rojanekirin: 28 Sibat 2025
Hemasê cenazeyên 4 dîlên Îsraîlî yên ku diviya digel wan 33 dîlên ku di çarçoveya asta yekem a peymana agirbest û berdêlîkirina dîlan da berda, radestî ekîbên Xaça Sor kir.
Li gorî nûçeya rojnameya Yediot Ahronotê ku çavkaniyên ewlekariya Îsraîlê weke çavkanî nîşan da, li Xeta Xezeyê cenazeyên 4 dîlên Îsraîlî bêyî merasim radestî ekîbên Xaça Sor hatin kirin.
Hemasê nasnameyên wan cenazeyan weke Tsahi Idan, Ohad Yahalomi, Itzik Elgarat û Shlomo Mantzur ragihandibû.
Hevwext bi radestkirina 4 cenazeyên dîlên Îsraîlê ra, 641 dîlên Filistînî ku dê Îsraîlê ew 22 Sibatê di hevberiya 4 dîlên Îsraîlî da berda, lê berdana wan rawestandibû, êdî gihiştin azadiya xwe.