Türkan Tosun
31 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2017
BURDUR
Serokwezîr Yildirim: "(Der barê madeya 121emîn a BHQyê ya hejmara wê 696 e de) Ji bo em wan welatiyên xwe yên qehreman ên ku bi ser darbekeran ve çûn, hilkişiyan li ser tankan darbekeran derdest kirin û ew teslîmî ewlekariyê kirin biparêzin me qanûn derxistin. Her kî li dijî vî derdikeve ferqa wan û darbekeran tune, ev evqasî eşkere vê dibêjim."
Yildirim: "Di van axiriyan da nîqaşek heye, herkes ji xwe ra xeberdide, heyran çi ye? 'Me verastkirinek kiriye, me welatî hildane bin parastinê'. Ma me yê çi bikira? Ma me yê ji însanên ku li hemberî derbeyê li hemberî nemerdan canê xwe kirin mertal ra bigota 'Hûn çima hatin vir û we çima derbe asteng kir. Di verastkirina huqûqî de tu pirsgirêk tune, nediyarî tune, rewşeke ku divê verastkirin tune. Meseleya wan xebat nîne, pirsgirêka welatiyan çareserkirin nîne, li ser welatiyan polemîk û siyaset kirin e. Dixwazin welatî careke din têkiliyê kar û barên darbeyan nebin ku darbekar jî bigîhîjin armanca xwe. Emê xwedî li hiqûqa 81 milyon welatiyên xwe derkevin, bila ev wisa bê zanîn."
Cîgirserokê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim: "Ji bo bidawîkirina tevlihevî û şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku ev 7 sal e dewam dike me ligel Rûsya û Îranê înîsiyatîf hilda ser xwe û me qedereke baş şer bêdeng kir. Gava pey wê jî pêkanîna aştiyê ye. Anku wê li Sûriyeyê bi beşdariya hemû grûb û pêkhateyên nijadî yên ku li tevlî terorê nebûne va hikûmeteke nû ya ku yekîtiya xaka Sûriyeyê li ber çavan digire were avakirin. Êdî armanc, pêkanîna aştiya mayînde ye."