21 Mijdar 2015•Rojanekirin: 23 Mijdar 2015
HEWLÊR
Berpirsiyarê Karên Derva yê Herêma Kurdistana Iraqê Felah Mistefa destnîşan kir ku ji bo pêşmerge bikaribin li dijî DAEŞa rêxistina terorê şer bikin ji NATOyê alîkariya leşkerî û siyasî xwestine.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Karên Derva da hat weşandin, tê diyarkirin ku Felah Mistefa wek nûnerê fermî yê Herêma Kurdistanê beşdarî Civîna Giştî ya NATOyê ya 61emîn ku li Bruksela paytextê Belçikayê hat kirin, bû.
Li gor daxuyaniyê Mistefa di axaftina xwe ya li Brukselê da wiha got: "Ji ber DAEŞa rêxistina terorê herêma Kurdistanê di bin talûkeya siyasî û ewlehiyê da ye. Ji ber pevçûnan jî rewşa penaberên ku koç dikin xirabtir dibe."
Mistefa destnîşan kir ku ji bo pêşmerge bikaribin li dijî DAEŞa rêxistina terorê şer bikin divê NATO alîkariya leşkerî û siyasî bike û wiha got: "Hemû dewletên azad di bin talûkeya dijminekî hevbeş da ne. Heta niha hêzên pêşmergeyan li dijî DAEŞê şer kir û nehişt pêşva here."
Mistefa diyar kir ku divê dewletên NATOyê di bin navê neyarê hevbeş û têkoşîna dijî terorê da bi Herêma Kurdistanê ra di nav têkilî û pêwendiyên baş da bin û wiha xeberda: "Di warê çekdayîn û perwerdeyê da divê gav bên avêtin."