Muhammet Kurşun
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
HEWLÊR (AA) - MUHAMMET KURŞUN
Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, der barê "rêkeftina biguman" a di navbera Hizbullah û rêxistina terorî DEAŞê de hişyarî da diyar kir ku piştî rêkeftinê hêzeke mezin ber bi sînorê Iraqê ve hereket kiriye.
Serokatiya Herêmê, li ser zarê Berdevkê Resmî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umîd Sebah daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bal kişand ser xetereya dubarebûna pêvajoya dagirkirina Mûsilê û dorûberê Iraqê
Di daxuyaniya Serokatiya Herêmê de wiha hat ragihandin:
"Ajansên nûçeyan belav kirine ku li gor rêkeftineke biguman, hêzeke zêde ya terorîstan ji Libnanê ve veguhestine ser sînorê Iraqê.
Anîna wan hêzan ji Libnanê ve bo Rojhilatê Sûriye û ser sînorên Iraqê cihê gumanê ye û gelek bi ciddî çavdêrî û dûvdaçûna wê tê kirin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dubarebûna pêvajoya dagirkirina Mûsilê û wiha hat dewamkirin:
"Em vê yekê bi dubarekirine wan senaryoyan dizanin ku sala 2014an hate bicihkirin û bû cihê êş û nehametiya Iraq û herêmê. Em li vir radigihînin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo rûbirûbûna her eger û pêşhateyekê hemahengî û hevkariyeke tevahî li gel artêşa Iraqê dike."
- Em dixwazin hemû aliyên têkildar helwesteke ciddî li hemberî vê hewldanê nîşan bidin"
Ji aliyekî din ve Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî li ser heman mijarê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser xeterên li herêmê.
Di daxuyaniya Encumena Asayişê de van îfadeyan cih girtiye:
"Piştî rêkeftina di navbera terorîstên DEAŞê, Hizbullaha Libnanê û rejima Sûriyê, bi sedan çekdarên DEAŞê herêmên li sînorê Libnanê terk kirin. Çekdarên DEAŞê bi çek û teqemeniyên mezin ber bi herêmên sînorê Iraqê hatine şandin.
Em wek Encumena Asayişa Herêma Kurdistan, fikar û nîgeraniyên xwe li hemberî vê tevgerê radigihînin. Em vê wek karekî biguman dizanin. Gelek pirsxal di vê hewldanê de hene.
Em dixwazin hemû aliyên têkildar ên li herêmê helwesteke ciddî li hemberî vê hewldanê nîşan bidin."
- Iraq jî ji pêvajoyê ne razî ye
Endamê Komîteya Berevaniyê û Ewlehiyê li Meclisa Iraqê Mûhemmed Kerbûlî jî der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku, anîna milîtanên DEAŞê ber bi sînorê Iraqê "rewşeke xeter e" û divê rêveberiya navendî ya Iraqê piştxaneya vê pêngavê hîn bibe.
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî jî do di daxuyaniya çapemeniyê de li ser mijarê wiha gotibû:
"Ev ji bo me cihê fikar û nîgeraniyê ye. Ev xerabiyeke mezin e li xelkê Iraqê. Me dixwest li ser mijarê bi xelkê Iraqê re îstişare were kirin. Ji dêvla em terorê ji cihekî neqlî cihê din bikin, em dixwazin wê biqedînin. Hinceta muzakereya bi terorê re tuneye. Em dixwazin rêveberiya Sûriyê mijarê di ber çavan re derbas bike. Em ji bo hemû hevkariyan amade ne di vê mijarê de."
Xelkê Iraqê jî li ser medyaya civakî parvekirinên li dijî Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrellah dikin û wî bi tundî rexne dikin.
- Çi qewimîbû
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrellah di 24ê Tebaxê de diyar kiribû ku ew dixwazin DEAŞê ji sînorê Libnan û Sûriyê paqij bikin û di çarçoveya operasyonan de Hizbullah û DEAŞê dest bi muzakereyan kirine.
Nesrellah, di axaftina xwe de ku li ser televizyonê zindî hat weşandin der barê operasyona Artêşa Libnanê li ser DEAŞê de agahî dan.
Nesrellah gotibû ku Artêşa Libnanê 19ê Tebaxê li herêma çiyayî ya rojhilatê bakurê welat li dijî DEAŞê operasyon da destpêkirin û li aliyê Sûriyê jî hêzên Esed û Hizbullahê operasyoneke din dimeşînin.
Sekreterê Hizbullahê li ser operasyonê wiha axivîbû:
"Armanca me paqijkirina DEAŞê ye ji sînorê Libnan û Sûriyê. Eger em DEAŞê ji sînorê Libnanê heta hundirê Sûriyê dûr bixin, emê rê li ber rijandina xwîna eskerên Libnanê bigirin. Loma em dixwazin sînor paqij bikin û eskerên Libnanê bi selametî vegerînin malên wan."
Li ser paşdeçûna DEAŞê û muzakereyên bi vê rêxistinê re jî gotibû:
"Hedefa me kontrolkirina rojavayê Qalemûnê heta sînorê Sûriye-Libnanê ye. Bi vî awayî dê DEAŞ li Dêra Zorê asê bimîne. DEAŞê ji bo muzakereyan têkilî bi Hizbullahê re danî. Dema me li ser şert û mercan li hev kir dê agirbest were îlankirin."
Nesrellah gotibû eqûbeta 9 eskerên Libnanê jî di muzakereyan de tê nirxandin û rejima Beşşar Esed jî tevlî muzakereyan dibe.
Ji aliyekî din ve Artêşa Libnanê di 19ê Tebaxê de operasyona "Şefeqa Çiyayan" li dijî DEAŞê dabû destpêkirin û 27ê Tebaxê jî agirbest îlan kiribû. Hatibû ragihandin ku di muqabilî cesedê 9 eskerên Libnanê de DEAŞ dê vekişe Dêra Zorê û ji bo vê muzakere di navbera DEAŞ, Hizbullah û Rejima Sûriyê de dest pê kiribûn.