İbrahim Atmaca
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomarî li ser Twîttera malpera parvekirina civakî bi 4 zimanan weşanê dike û nêzî 10 milyon şopînerên wê hene. Weşana bi Rûsî bi Merasima Xîmdanînê ya Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê ra dest pê kir.
Serokomarî li ser hesabê Twîtterê yê sazûmanî bi Tirkî, Îngilizî, Erebî û Fransî weşanê dike, bi merasima Xîmdanînê ya Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê ku bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn hat kirin weşana Rûsî jî lê zêde bû.
Li ser hesabê Serokomariyê yê bi navê "@tcbestepe_ru"yê merasima fermî ya ku Serokomar Erdogan Putîn pêşwazî kir, Merasima Xîmdanînê ya Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê û civîna çapemeniyê ya hevpar a ku Erdogan û Putîn kir zindî hatin weşandin.
Weşana zindî ya ku bi Rûsî hat kirin, roja ewil ji aliyê 70 hezar kesan va hat temaşekirin, parvekirinên bi Rûsî ku serê sibê heta êvarê der heqê bernameyan da hatin kirin jî gihîştin nêzî 700 hezar kesî.
Bi Rûsî va hejmara zimanên ku Serokomarî weşanê dike derket 5an, ji bo weşana bi zimanên din jî amadehî dewam dikin.