Çapemeniya biyanî û ajansên nûçeyan ên navneteweyî namzediya Erdogan wekî nûçeya lezgîn dan û gelek malperên înternetê û têlevizyonên biyanî jî di rêza pêşîn da cih dan nûçeyê.
Ji Brîtanyayê ajansa BBCyê û rojnameya Financial Timesê (FT), ji Almanyayê rojnameya Die Zeitê û kovara Spiegelê, ji Fransayê rojnameya Le Figaro, ji Avûstûryayê rojnameya Der Standardê, ji Çînê ajansa fermî ya nûçeyan Şînhûayê û ji Îranê jî Têlevizyona Pressê ya ku bi îngilizî weşanê dike û Ajansa Nûçeyan a Farsê cih dan namzedbûna Serokwezîr Erdogan a serokomariyê.
- Çapemeniya Brîtanyayê
Dezgeha weşanê ya îngilizan BBCyê namzediya Erdogan bi sernava "Erdoganê ji bo serokomariya Tirkiyeyê têbikoşe" ve ragihand.
- Çapemeniya Almanyayê
Çapemeniya Almanyayê jî nûçeya namzediya Serokwezîr Erdogan di rêza yekemîn de da. Kovara Spiegelê wiha rave kir: "Erdogan dixwaze ku her dem li pêşiyê be û bi qasî ku dixuyê jî wê serbikeve." Rojnameya Die Zeitê jî di şîroveya xwe ya nûçeyê de jî diyar kir ku li hemberî Erdogan şanê namzedên din tuneye.
- Çapemeniya Îranê
Çapemeniya Îranê jî bi dorfirehî qala namzediya Erdogan kir. Ji Îranê Têlevizyona Pressê û Ajansa Farsê ya fermî ya nûçeyan li ser nûçeyê sekinîn û Ajansa Farsê der barê namzediya Serokwezîr Erdogan de got piştî ku Serokomar Abdullah Gul diyar kir ku ew careke din nabe namzed êdî namzediya Erdogan nebû "surprîz".