Rêveberiya Obama, ji bo mudaxeleya li ser Sûriyê li Kongreyê hewldanên qanîkirinê didomîne û di vê navberê de helwesta hin senatorên ku li dijî mudaxeleyê bûn nerm bû.
Rêveberiya Obama, wê vê hefteyê ji bo mudaxeleya li ser rejîma Sûriyeyê ku çekên kîmyewî li ser gelê xwe bi kar anî hewldanên qanîkirinê dewam bike.
Serokê Amerîkayê Barak Obama, di vê çarçoveyê de li Qesra Spî bi senatorên endamên Komîteya Hêzên Çekdar John McCaîn û Lîndsey Graham re hevdîtin pêk anî.
Dema ku rêveberiya Obama behsa mudaxeleyê kiribû senatoran John McCaîn û Lîndsey Graham, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kiribûn ku mudaxeleyeke "dem û çarçoveya wê sinordar" wê rejîma Esed ji îqtidarê neke. Ji ber vê yekê jî senatoran pîştgirî nedabû fikra mudaxelekirinê, lewra wan got ku divê mudaxele rejîma Esed têk bibe.
Lêbele piştî hevdîtina bi Obama re hat dîtin ku helwesta her du senatoran jî nerm bû. Senatoran got ku heke Kongre destûrxwestina Obama erê neke wê kredîbîlîteya Amerîka û Serokê Amerîkayê xisarê bibîne.
Lê senatoran got ku dîsa jî di nav fikaran de ne û diyar kirin ku divê tiştekî wisa bê kirin ku quweta Esed têk bibe, destê muxalifan jî xurt bike, were kirin.
Obama, jî berî ku here Swêdê wê îro jî bi hin endamên Kongreyê re li Qesra Spî hevdîtinan pêk bîne. Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Bîden jî wê beşdarî van civînan bibe.
Ji bilî vê yekê jî Wezîrê Karên Derve John Kerry, Wezîrê Parastinê Chuck Hagel, Sererkan General Martîn Dempsey jî wê li senatoyê der barê biryara li ser Sûriyê agahiyan bidin endamên Komîteya Têkiliyên Derve.