Ömer Koparan,Muhammed Karabacak
04 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2025
Heyeta Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) piştî 14 salan serdana Şama paytextê Sûriyeyê kir.
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera li Qesra Gel a li paytext Şamê pêşwaziya şanda ku ji nûnerên 15 welatan ku di nava wan da Çîn, DYA, Rûsya, Brîtanya û Fransaya endamên KENY jî hene, kir.
Şanda KENYê piştî 14 salan cara yekê ye ku bi awayekî komî serdana Sûriyeyê dike. Wezîrê Karên Derva Esed Hesen Şeybanî û hin endamên din ên kabîneyê refeqeta Serokomar Şera kirin.