Haydar Şahin
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
AKKAR
Heyva Sor a Tirkiyeyê goştê qurbanên ku li Libnanê hatin serjêkirin li Kawaşra û Aydamona gundên tirkmenan belav kir.
Ekîbên Heyva Sor goştê qurbanê li Kawaşra û Aydamona gundên Akara bajarê Libnanê yên li nêzîkî sînorê Sûriyeyê belav kir.
Li van herdu gundan tirkmen dijîn. Balyozê Tirkiyeyê li Beyrûdê Çagatay Erciyes jî bi qasî demekê bi ekîbên Heyva Sor ra li Kawaşrayê goşt belav kir. Ekîban bi tirkmenên ku rastî hev dihatin ra sohbet jî kir.
Ercument Gurunê serokê ekîba Heyva Sor daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev cara ewil e li Trablûsê goştê qurbanê belav dikin û got, "Me îro li gundên Kawaşra û Aydamonê qoşt li 600 kesî belav kir. Em ê sibê jî li herêma Trablûsê xebatên xwe bidomînin."
Gurun destnîşan kir ku Heyva Sor îsal Libnan jî tev li 33 welatan qurban serjê kir.