Parlementerê tirkmen Niyazî Mîmaroglû diyar kir ku ji ber tundiyên DÎŞIyê yên li Iraqê tirkmenan gelek zirar dîtin û wiha pê de çû: "Di tundiyên DÎŞIyê yên li Iraqê de 380 tirkmen hatin kuştin, 620 tirkmen birîndar bûn û ji milyonekî zêdetir jî tirkmen malên xwe terikandin."
Mîmaroglûyê ku di Meclisê de mensûbê koma Îtîfaqa Neteweyî ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê, qala şer û pevçûnên ku li Iraqê diqewimin û tesîra wan a ser tirkmenan kir.
Parlementerê tirkmen destnîşan kir ku ji bilî van reqamên fermî li gor wan hejmara mirî û birîndaran zêdetire û haya wan ji jin û qîzên ku DÎŞIyê revandine jî tuneye.
Mîmaroglû ragihand ku ji milyonekî zêdetir tirkmen bûne penaber û wiha dewam kir: "Bi tenê ji bajarê Mûsilê 541 hezar tirkmen koç kirin. Ji navçeyên ku li ser Mûsilê ne jî 475 hezar tirkmen, ji gundên Bastamlı, Karanaz, Bîravcili û Hasadarliyê, ji nahiyeya Yengîceyê, Tazexûrmatûya navçeya Selahadînê bi tevahî 36 hezar, ji Celavle, Şahraban û Karatepeya ser Diyalayê jî 18 hezar, ji Beşîra gundê Kerkûkê û nahiyeya Tazexûrmatûyê 3 hezar û 500 tirkmen koçî hin heremên din kirin. Piraniya tirkmenan niha di konbajaran, înşaet û bereqeyan de dijîn."
Mîmaroglû got ku Amerîka di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de ji dil nîne û bangî hikûmeta Iraqê jî kir ku bila ji DYAyê çek nekirin.