27 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
MÛSIL
Di roja sêyemîn a operasyona ku artêşa Iraqê ji bo ku bajarê Mûsilê ji destê DAEŞa rêxistina terorê xilas bike da destpêkirin de ji ber ku pevçûn her ku çûn zêde bûn nêzî hezarî sivîlên li herêmê xwe sipartin kozikên ku hêzên pêşmergeyan kontrol dikin.
Niştecihên gundên li herêmên ku lê pevçûnên di navbera Artêşa Iraqê û DAEŞê de giran bûn malên xwe terikandin û hatin kozikên hêzên pêşmergeyan. Sivîlên ku ji pevçûnan reviyan li navenda ciwaniyê ya li navçeya Mexmûrê bi cî kirin.
Mehdî Yûnisê Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Mexmûrê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Ji ber pevçûnên giran ên ku ev çend roj in di navbera Artêşa Iraqê û DAEŞa rêxistina terorê de diqewimin welatiyên ku gundên hawirdor ji bo ku jiyana xwe xilas bikin çendî saetan dimeşin û ber bi kozikên pêşmergeyan ve derdikevin rê. Di roja sêyemîn a operasyonan de nêzî hezarî kes xwe sipartin herêmên di bin kontrola me de."
Yûnis destnîşan kir îxtimaleke mezin e ku terorîst ketibin nav sivîlên ku ji herêmên pevçûnê reviyan û wiha axivî: "Dê hemû koçberên nav welêt rastî pêşjêpirsînê bên û ji bo vê jî ji aliyê hêzên me ve komîsyona ewlehiyê hat avakirin."
Rizgar Ûbeydê Berpirsyarê Weqfa Xêrxwaz a Barzanî ya ku destê arîkariyê yê ewilîn dirêjî sivîlên navborî kir jî wiha axivî: "Welatiyên me yên ku ji şer direvin piştî ku gihan herêmên ewledar me demildest arîkarî gihandin wan. Me ji bo ku em hewcedariyên jin û zarokan pêk bînin arîkariya xurek û cil û bergan da wan."
Ûbeyd da zanîn ku heke pevçûn berdewam bikin dê bêtir kes bên herêmê û divê saziyên arîkariya mirovahiyê di demek kurt de bergiriyên hewcedar bigirin.
Nayla Ehmeda ku reviya û bi çar zarokên xwe ve xwe sipart pêşmergeyan qal kir ku ne mimkûn e ku mirov li herêmên di bin kontrola DAEŞê de bijî û got ku "Ez bi vê halê xwe yê nexweş bi qasî du saetan meşiyam û hatim vir. Tu kesê ku ji wan netirse tune. Me gelekî zehmetî kişandin û em reviyan."