ŞANLIÛRFA
Wênekarên sûriyî yên ku ji ber şer û pevçûnan ji welatê xwe reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê hezkirina xwe ya Tirkiyeyê bi resm û wêneyên ku çêdikin ve nîşan didin.
Sûriyeyiyên ku ev çar sal in li welatê wan şer û pevçûn heye ji cih û warê xwe derketine û niha li konteynir û konbajarên ji bo wan hatine amadekirin de li gor derfetên ku didine wan, dijîn.
Penaberên sûriyeyî di her fersendê de minetdiriya xwe ya ji bo Tirkiyeyê tînin ziman û spas dikin. Di nav penaberan de kesên wênekar jî spasiya xwe bi wêne û resmên ku çêdikin ve nîşan didin.
Yûsûf Kaşîfê 19 salî ku di konbajarê li Akçakaleyê de dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku ji 12 saliya xwe heta niha wêneyan neqiş dike û wiha pê de çû: "Ez ji Tirkiye û miletê wê re pir spas dikim. Ez jî bi wêneyên ku çêdikim ve dixwazim spas bikim. Min li ser konbajarekî wêneyê damezrênerê Komara Tirkiyeyê Mistefa Kemal Atatirk, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu neqş kir. Bi vî awayî min him xwest spasiya xwe bikim û him jî eş û kesera xwe ji bîr dikim."
Lûay Husnî jî diyar kir ku li Dêra Zorê bi salan wênekarî kir û wiha pê de çû: "Ji ber şer û pevçûnê min û malbata xwe me welatê xwe terk kir. Mazûvaniya ku Tirkiyeyê nîşanî me da tu welatekî din nîşan neda. Em wêneyên tiştên ku ji bo Tirkiyeyê girîng in çêdikin."