ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokomariyê lijneya TOBByê qebûl kir.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku di salek û nîvê dawîn ê Tirkiyeyê da armanca operasyonan ne şexsê min e, di hedefa operasyonan da Tirkiyeya Nû heye û wiha dewam kir: "Ev êrîş û operasyon bi awayekî sîstematîk tên meşandin. Armanc ew e ku hikûmet bê qirêjkirin û vegerin Tirkiyeya berê. Gelê me ev dafik û lîstik dît û armanca esasî ya van êrîşan derxist meydanê."
Erdogan di axaftina xwe da wiha peyivî: "Maskêya gendeliyê niyeta derbeyê veneşart. Em îro dibînin ku rêxistina ku qala perwerde, xizmet û hîmetê dike tevlî kuştin û çalakiyên qirêj bûye. Wê hê derkevin meydanê, wê tiştên ecêb û balkêştir derkevin holê."
- "Gel xwedî li pêvajoya çareseriyê derket"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku gel xwedî li pêvajoya çareseriyê derket û wiha dewam got: "Tirkiye di pêvajoya çareseriyê da hat asteke baş. Şikir ji Xwedê ra êdî gef û hevalbendiyên qirêj pêvajoya çareseriyê nadin sekinandin. Yên ku bi kuçe, çiya û kolanan gef li pêvajoya çareseriyê dixwarin êdî li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bêîtibar in. Yên ku gef dixwarin wê berdêla bûyerên 6 û 7ê cotmehê bidin. Wê hesabê xûna ku li dest û rûyê wan geriyaye bidin. Hûn ê bibînin ku wê di bin gefên xwe yên vala da bimînin. Gel xwedî li pêvajoya çareseriyê derket."