Hikûmeta Bexdayê ji bo ku dest deynin li ser nefta kurdan a bi qasî milyon warîlekî ya di tankêra bi navê United Kalavrvta li peravên Teksasê li bendê ye, dozeke duyemîn vekir.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya DYAyê de derketin tankêra bi navê United Kalavrvta ev ji mehekî zêdetir e ku li peravên Teksasê li benda firotinê ye. Hikûmeta Bexdayê û ya HKIyê li ser nefta kurdan li hev nakin û niha di mijara nftê de lihevnekirineke hiqûqî heye. Hemleya dawî ya di mijara neftê de ji hikûmeta Bexdayê hat. Dadgeha Herêma Hoûstonê di 25ê tebaxê de di lehê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de biryar dabû. Wezareta Neftê ya Iraqê piştî vê biryarê dîsa ji bo ku dest deynin li ser nefta kurdan doz vekir.
Tankêra bi navê United Kalavrvta li Herêma Kurdistana Iraqê hatibû barkirin û bi milyon warîl neftê re ji Lengergeha Ceyhanê derketibû û di 26ê temûzê de gihabû Galvestona Lengergeha Teksasê. Lê belê hikûmeta Bexdayê bi hinceta ku "nefta di tankêrê de bi rêyên dereqanûnî hatiye peydakirin û beyî ku destûra Wezareta Neftê ya Iraqê bê sitandin, tê firotin" doz vekiribû. Piştî dozê der barê nefta di tankêrê de biryara destdanînê dabû, tankêrê barê xwe vala nekiribû û li nav avên navneteweyî li bendê mabû.
HKIyê biryara destdanînê biribû temyîzê û pişt re Dadgeha Herêma Hoûstonê bi hinceta "Mafê DYAyê tune ku dest deyne li ser neftê ji ber ku îxtilafa di navbera HKI û hikûmeta Iraqê de (ya der barê mulkiyetê de) der barê cihê ku neft anîn wir re eleqedar nîne, pirsgirika cihê ku netf wir hatiye pompekirin e."
Hikûmeta bexdayê ji bo ku îtirazî vê biryarê bike di 4ê îlonê de dîsa ji bo ku dest deynin li ser nefta kurdan a di United Kalavrvtayê de ya ku bihayê wê 100 milyon dolar e, dozeke duyemîn vekir. Tê payîn ku HKI di nav 21 rojan de ji bo doza ku nû hat vekirin, parastina xwe bide.
Bi biryara dadgehê dikariyan nefta kurdan di bazara DYAyê de bifroşin. Wisa dihat texmînkirin ku dê hikûmeta Iraqê ji ber xetereya ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) bûye sedem dê îtirazê biryarê neke. Lê belê ev geşedan wisa hat şîrovekirin ku dê hikûmeta Bexdayê pes neke û nediyariya nefta kurdan dê berdewam bike.