30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
NEW YORK
Li Teksasa DYAyê otobêsa endamên dêrê tê da bûn û kamyonetek li hev qelibîn û di qezayê da 12 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Buroya Tenduristiya Kamuyê ya Teksasê di otobêsê da endamên cimaeta "First Baptist Church"ê hebûn û ji kampa perwerdeya Încilê ya Baptista li New Braunfelsê dihatin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di otobêsê da 14 endamên cimaetê hebûn û der barê qezayê da lêpirsîn dane destpêkirin.