BEXDA
Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê sûcên ku DAEŞa rêxistina terorê kirin, wek sûcên "nijadkujiyê" qebûl kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa çapemeniyê ya serokwezîriyê hat dayîn, lijneya wezîran di serokatiya Haydar el-Îbadî de civiya. Li gor lijneyê DAEŞê "Mehkûmên girtîgeha Baduşê, kesên bêçek ên Baregeha Leşkerî ya Spaykerê û mensûbên eşîra El-Cuburî, Elbu Nemr, el-Ubeyd û el-Luheybê mexsûs kuştin, kurd, xristiyan, şebek û êzdiyên ku li herêma Sehl Nînova û Şengalê ne, kuştin an ji ew ji warên wan kirin, li Telafer û Beşîrê tirkmen bi qestî kuştin."
Lijneya wezîran ji bo van bûyeran sûc û cinayetên ku rêxistinê li dijî gelê Iraqê kir, wek "nijadkujî" qebûl kir.
DÎŞIyê di 10ê hezîranê de Mûsil û pişt re hin herêmên din bi dest xistin. Pevçûnên ku piştî vê yekê li Iraqê derketin, berdewam dikin. Rêxistinê ji bilî pevçûnan li herêmê hin mensûbên eşîran, komên dînî û nijadan bi sedema ku destekê didin hikûmetê kuştibûn.
Ji bilî vê, Neteweyên Yekbûyî demek berê gotibû ku DAEŞê li Iraqê li dijî êzdiyan nijadkujî kir û dibe ku ev bibe sûcê şer. NYê bang kiribû ku Konseya Ewlehiyê ya NYê êrîşên DAEŞê bibe Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî.