Zana Natık Kerem
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê meaşê 767 memûrên li Mûsilê şand ku ji dagirkeriya DEAŞê vir ve hatibûn sekinandin.
Wezareta Çandiniyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku meaşê 767 memûrên ku di dema DEAŞê de hatibû birrîn şandine.
Piştî ku rêxistina terorî DEAŞê Mûsil dagir kiribû, hikûmeta Iraqê meaşê memûrên ku di nava bajêr de mabûn birrîbû.
Endamê Sendîkaya Mamosteyên Iraqê Mihemed Cibûrî jî ji peyamnêrê AAyê re ragihand ku piştî rizgarkirina Mûsilê gelek mamosteyên ku dest bi kar kirine hê meaş wernegirtine.