Çağrı Koşak
19 Tebax 2025•Rojanekirin: 21 Tebax 2025
Hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê ya jenosîd lê didome, hejmara rojnamegerên bi destê Îsraîlê hatin kuştin 239 e.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çameniyê ya Hikûmetê da der heqê rojnamegerên ku li Xezeyê ji hêla Îsraîlê va hatin kuştin, agahî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di êrîşa artêşa Îsraîlê da duh Îslam Elî el-Qumî hat kuştin û wiha hat gotin, "Ji serê şerê jenosîda Îsraîl didomîne û vir va hejmara rojnamegerên hatin kuştin derket 239an."