Şilan Turp
13 Sibat 2025•Rojanekirin: 16 Sibat 2025
Hikûmeta Pakistanê dîmenên pêşwazîkirina Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku ji bo ziyareta fermî çû Îslamabada paytextê Pakistanê, bi strana "Dombra"yê parve kirin.
Li ser hesabê hikûmeta Pakistanê yê medyaya civakî Xê, dîmenên pêşwazîkirina Serokomar Erdogan ên li Baregeha Asîmanî ya Îslamabad Nûr Xan parve kirin.
Di parvekirinê da versiyona Urdukî ya strana "Dombra"yê hat emilandin ku ji bo Serokomar Erdogan hatiye bestekirin.
Zarokên di dest da alayên Tirkiyeyê yên hatin pêşwazîkirina Erdogan jî di dîmenan da xuya kirin.