ERBİL - EMRAH YORULMAZ
Li Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal di hilbijartinên giştî yên ku endamên parlementoyê eşkere dikin de cara ewil jinek di lîsteyê de bû yekemîn.
Li herêma Kurd di 21ê Îlonê de dê hilbijartin bên kirin. Beriya van hilbijartinan Partiya Demokratîk a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan, Goran û Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê endamên xwe yên parlamanteriyê eşkere kirin. Ji sedî 30 endam jin in.
Ji sala 1992an vir ve li herêma Kurd hilbijartin tên kirin, lê ev cara ewil e ku jinek di lîsteya partiyê de dibe yekemîn.
Muna Kahveciya endamê Partiya Civak a Tirkmen a ku li herêma kurd beşdarî hilbijartinan dibe, di serê lîsteya partiya xwe de cih girt.
Li Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal maf û azadiyên jinan her ku diçe baştir dibe. Kahveciyê jî balê kişand li ser vê rewşa li herêma kurd û wiha pê de çû: "Li cihekî din yê Îraqê ez nikarim bibim endam, lê li herêma kurd ji bo endamtiya min tu pirsgirek tuneye. Di dema Saddam Huseyîn de me gelek zilm û zordarî dît. Niha Tirkmen li Îraqê li herêma kurdan di her qadê de ne. Rewşa Tirkmenên li Erbîl, Duhok û Silêmaniyê li gor Tirkmenên bajarên din çêtir e."
Li Îraqê li herêma kurd di meclisê de ji bo kêmneteweyan jî kontenjan hene. Ji bo Tirkmenan jî di meclisê de 5 kontenjan hatine veqetandin.