Nihat Kavşut
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 13 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Em zehf aciz in ku hin dewletên baweriya xwe bi hêza xwe ya eskerî tînin Sûriyeyê ji bona xwe kirine qada gulaşa zend û bendan."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Merasima Vekirina Başkentrayê bû ku li Gara Trênê ya Kayaşê hat kirin û li vir axivî.
Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da heta niha 4123 terorîst hatine berterefkirin û got ku me li Zaxo û Xakurka bakurê Iraqê 337 terorîst berteref kirin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wezîfeya wan ew e ku li xwîşk û birayên xwe xwedî derkevin û wiha axivî: "Sînorên dewleta me hene, lê em nikarin ji bona dilê xwe sînoran xêz bikin. Loma jî li ku derê xwîşk û birayên me hebin ji bona me wezîfe ye ku em li cem wan bin."
Erdogan diyar kir ku Sûriye ji bona hin dewletan bûye qada gulaşa zend û bendan û wiha got: "Em zehf aciz in ku hin dewletên baweriya xwe bi hêza xwe ya eskerî tînin Sûriyeyê ji bona xwe kirine qada gulaşa zend û bendan."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê îro bi têlefonê bi Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra biaxive û wiha got: "Ez ê îro bi Birêz Putîn ra biaxivim. Ez ê der heqê rêlibergitina qetlîma kîmyayî da cardin pê ra biaxivim."
Erdogan diyar kir ku wê hemû terorîstên PYDyî îmhe bikin û wiha got: "Heger bawer dikin ku wê bikaribin terorîstên PYDyî rizgar bikin xelet in. Bi çi awayî dibe bila bibe em ê hemû terorîstên PYDyî îmhe bikin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku li Sûriye û Iraqê şano tê lîstin û wiha peyivî: "Em dixwazin êdî şanoya ku li Sûriye û Iraqê tê lîstin biqede û maskeyên li ser rûyan bên daxistin."
Erdogan destnîşan kir ku êrîşî aboriya Tirkiyeyê dikin û wiha got: "Heger hûn dixwazin li welatê me terora aboriyê bikin hûn şaş dikin. Dema wê hat hûn ê hesab bidin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku tenê Tirkiye hizûr, bawerî û refahê dibe Sûriyeyê û got ku ji xeynî me li qada Sûriyeyê li ciyên hêzên din zilm, bêhizûrî û wêranî heye.
Erdogan di berdewamiyê da destnîşan kir ku Tirkiye di rêya xwe da dimeşe û wiha peyivî: "Qet mereqê nekin û guh nedin gotinên ku li derdorê tên gotin. Tirkiye bi gavên pêbawer di rêya xwe da dimeşe. Nikarin bi kûrên dowîzê û filan û bêvanî me terbiye bikin. Bila ew li çara serê xwe mêze bikin. Em bi biryardarî di rêya xwe da dimeşin."