İbrahim Atmaca
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 13 Nîsan 2018
AZEZ/ANKARA
Li nêzî avahiya meclisa herêmî ya li navçeya Ezazê ku li bakurê Sûriyeyê di bin kontrola mixalifan da ye, bi wesayîta bombebarkirî va êrîş hat kirin û 10 kes birîndar bûn.
Li gor ragihandina nûçegihanê AAyê yê li Ezazê, 25 mêtre nêzî avahiya meclisê bi wesayîteke bombebarkirî va êrîş hat kirin.
Di teqînê da yek jê giran 10 kesên ku birîndar bûn, sewqî nexweşxaneyên Tirkiyeyê kirin.
Midûrê Emniyeta Ezazê Ahmed Zeydan çû cihê bûyerê û li der û dora cihê bûyerê bi berfirehî tevdîra ewlehiyê hat hildan.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.