06 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
TÛNIS
Serokê Partiya Tevgera Nehdayê Raşîd el-Xannûşî got ku Hizbullahê li Sûriye û Yêmenê roleke xelet hilgirtiye.
Xannûşî di çarçoveya sempozyûma "Polîtîkayên qamûyê yên seba ciwanan" a ku Meclisa Şûraya Partiya Nehdayê li paytext Tûnisê li dar xist da daxuyanî da rojnamegeran û wiha got, "Rola ku Hizbullah li Sûriyê dilîze dibe sedema pirsgirêkan û herwisa bi xwe ra nîqaşan jî tîne. Ji ber ku Hizbullah çawa ku li Yêmenê bi Hûsî û Serokomarê Têkçûyî Elî Ebdullah Salih ra tifaqa xwe kir yek, li Sûriyeyê jî piştgirî da şoreşa dijber."
Xannûşî wiha got, "Em nikarin der heqê Hizbullahê da hukmekî mutleq bidin, lê em dikarin jê ra bêjin rastî û xeletiyê we hene. Rola wê ya li Sûriye û Yêmenê jî xelet e."
Xannûşî der heqê biryara Lijneya Wezîrên Karên Navxweyî yên Ereb ku Hizbullah wekî "terorîst" pênase kirin da wiha xeberda, "Biqasî ku em fêm dikin, lijneyê Hizbullah wekî rêxistineke terorê pênase nekir. Ji ber ku tukes nikare rola ku Hizbullahê di rizgarkirina Libnanê ya dijî dagirkirina Îsraîlê da leyîst nebîne. Ev rastiyek e ku ereb û mirovên azad ên dinyayê qebûl dikin."