08 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
QUDIS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji aliyê Konseya Hevkariya Tengavê (KHT) va wekî rêxistina terorê îlankirina Hizbullahê wekî "geşedaneke zahf xweş" pênase kir.
Li gorî nûçeyeke di Jerusalem Postê da Netanyahu li parlementoya Îsraîlê Knessetê di rûniştina polîtîkaya derva da axivî û wiha got, "(Biryara KHTyê ya Hizbullahê) Geşedaneke pir girîng heta zahf xweş e."
Netanyahu îdia kir ku di alema ereban da guhartin pêk tên, gelek welatên Rojhilata Navîn ên ku fêm kirin Îsraîl ne dIjmin e, di şerê dijî Îran û DAEŞê da li cem wan cih girtin. Herwisa Netanyahu rexne li hin parlementerên ereb ên di Knessetê da girt ji ber ku wan biryara KHTyê ya Hizbullahê şermezar kirin.
Netanyahu wiha bangî parlementerên ereb ên navborî kir, "Dema ku Hizbullah roketa bavêje gundê we jî hûnê van rexneyên xwe bidomînin? Hizbullah cudahiyê dixe nava xwîna ku diherike ku ka ya kî ye? Hizbullah dixwaze welatê me wêran bike û hûn jî li vî welatî ne. Îfadeya min biborin, ma hûn dîn bûne?"