Bekir Aydoğan
30 Tebax 2023•Rojanekirin: 31 Tebax 2023
Serokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizayî diyar kir ku ji ber sekinandina îxrackirina nefta Herêma Kurdistana Iraqê 5,5 milyar dolar zirar dîtiye.
Dizeyî der barê mijarê da daxuyanî da endamên çapemeniyê û diyar kir ku ji bo îxrackirina nefta HKIyê Tirkiye piştgiriyê dide û HKI jî pir dixwaze dest bi îxrackirina neftê bike.
Dîzeyî destnîşan kir ku ji bo dest bi îxrackirina neftê bikin ew hewl didin û got: "Bexda bi fermî dibêje ku ew amade ne lê hêj gaveke berbiçav neavêt."
Dizeyî diyar kir ji ber sekinandina îxrackirina nefta ji HKIyê ku di 25ê Adarê da dest pê kir 5.5 milyar dolar zirar gihîşt Iraqê.
Dadgeha Zeximkirina Navneteweyî ya Parîsê ji ber îxrackirina nefta di navbera Tirkiye û Iraqê da biryar da ku bila ji 25ê Adarê pê va îxrackirina nefta Iraqê ya ber bi Bendera Ceyhanê va bê rawestandin.