Nihat Kavşut
28 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2018
HEWLÊR
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber talûkeya şewba çûkan tevî Îranê ji 31 welatî kirîna goştê mirîşkan da sekinandin.
Cemal Aqreyiyê Midûrê Daîreya Beytaran ya Giştî ya Herêma Kurdistana Iraqê daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir ji ber agahiyên ku li Îranê şewba çûkan hatiye dîtin kirîna goştê mirîşkan dane sekinandin.
Aqreyî destnîşan kir tevî Îranê ji 31 welatî kirîna goştê mirîşkan dane sekinandin.
Herêma Kurdistana Iraqê car caran ji ber ku bûyerên şewba çûkan derdikevin kirîna goştê mirîşkan dide sekinandin.