Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) tirkiya tirkmenan jî wek zimanê fermî qebûl kir.
Di pêşnûmaya qanûnî de hat gotin, li herêmên ku ji sedî 20 tirkmen lê hene divê tirkiya tirkmenan jî wek zimanê fermî bê bikar anîn.
Parlementoya Kurdistanê jî li ser vê mijarê sekinî û daxwaza tirkmenan qebûl kir.
Parlementerê Eniya Tirkmenên iraqê Aydin marûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê, li ser girîngiya pêşnûmayê sekinî û wiha got: "Li gor vê pêşnûmayê li Herêma Kurdistanê ji bilî kurdî û erebî êdî tirkmenî jî dê wek zimanê fermî li dibistan, dadgeh û saziyên fermî dê bê bikaranîn. Ji bo vê yekê jî lazim e ku hejmara tikmenan li wan herêman ji sedî 20î kêmtir nebe. Niha li Hewlêr û Kîfriya navçeya Silêmaniyeyê ev şert hene. Ji bo tirkmenên wê derê pêvajoyeke nû dest pê dike."
- "Ji bo sepandinê em amadene"
Marûf destnîşan kir ku ji sala 1993an vir ve di dibistanan de zimanê tirkî tê bikaranîn û wiha pê de çû: "Di vê mijarê de bingeha pergala tirkmenan heye û ew ji bo vê sepandinê amadene. Li Hewlêrê 13 û li Silêmaniyeyê jî 3 dibistanên ku bi temamî perwerdehiyê bi tirkî didin hene. Ev hemû dibistan jî girêdayê Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê ne. Ji bilî vê jî heta niha bi hezaran xwendekar ji beşa Wêje û Zimanê Tirkî ya li Zanîngeha Silêmaniyeyê mezûn bûn. Ji bo vê yekê kadroyên me hene."
Wisa tê texmînkirin ku li herêma Kurdistanê bi qasî 2 milyon tirkmen dijîn.