WASHINGTON
Firokeyên şer ên hêzên koalîsyonê û DYAyê li Iraq û Sûriyeyê 10 êrîş birin ser DÎŞIyê.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTOM) diyar kir ku artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hêzên koalisyonê 10 erîşên hewayî yên nû birin ser hedefên DÎŞIyê yên ku li Iraq û Sûriyeyê ne.
Li gor daxuyaniya CENTOMê hêzên DYA û koalisyonê bi balafirên şer û bombekirinê ve 5 êrîş birin ser hedefên DÎŞIyê yên li Sûriyeyê û 5 êrîş jî birin ser hedefên DÎŞIyê yên ku li Iraqê ne.
Di êrîşên ku li Sûriyeyê nêzî Kobanêyê hatin lidarxistin de 9 pozîsyonên şerkarên DÎŞIyê û avahiyeka wan hat îmhakirin.
Li Iraqê jî di 5 êrîşan de bi tevahî 5 wesaîtên DÎŞIyê hatin teqandin.