Fatih Gazioğlu
09 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
ÎSTANBUL
Hunermend Ercan Yazgan li nexweşxaneya ku dihat dermankirin, mir.
Der barê mirina Yazgan de li ser malpera Nexweşxaneya Saygiyê daxuyaniyek hat weşandin û wiha hat ragihandin:
"Hunermend Yazgan ji ber bêhnçikînê ji 3ê adarê vir ve li bêşa nexweşiyên giran dihat dermankirin. Yazgan ji ber hîpotansiyon, nexweşiya cerg û gurcîskan şev saet 23.05an qelbê wî disekine. Bilêz tê dermankirin lê ji midaxeleyê tu encam dernakeve û di saet 23.45an dimire. Serê malbat û hemû kesên ku ji wî hez dikin sax be."