İbrahim Atmaca
07 Gulan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Hêzên girêdayî Xelîfe Hafterê pêşengê çekdar ê li rojhilata Lîbyayê îdia kir ku wan balafira şer a Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî (HMN) ku di qada navneteweyî da xwedî meşrûiyet e, li başûrê Trablûsê xist û pîlotê balafirê yê Portekîzî girt.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera medyaya civakî ya hêzên Hafter hat dayîn, hêzên Hafter balafira HMNyê ya ku dixwest li başûrê paytext li herêma el-Hîrayê bixe, xist. Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku "pîlotê balafirê hat girtin û ji Portekîzê ye", lê wekî din tu hûrgilî nehat dayîn.
Li ser malperê wêneyên kesekî rûyê wî di nav xûnê da maye û gotin ku pîlot e hat parvekirin.
HMNyê hê ji bo îdiayan tiştek negotiye.
Serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Lîbyayê General Xelîfe Hafter ji bo bidestxistina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrîşê dabû û li ser vê yekê yekîneyên HMNyê jî dest bi operasyona bersivdayînê ya bi navê "Burqan el-Xezebê" kiribûn.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê daxuyandibû ku li Lîbyayê di pevçûnên ku mehek e dewam dikin da ji 400î zêdetir meriv mirin.