Nihat Kavşut
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
MÛSIL
Hat ragihandin hêzên Iraqê Mizgefta Nûrî ya Mezin û Minareya Hedbayê ya li Mûsilê ku DEAŞa rêxistina terorê teqandibû bi dest xistin.
Korgeneral Ebdulemir Yarullahê li Fermandariya Operasyonên Mûsilê wezîfedar e daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Yekîneyeke dijî terorê li Mizgefta Nûrî ya Mezin û Minareya Hedbayê kontrol bi dest xist."
Yarullah diyar kir hêzên Iraqê li rojavayê bajêr pêşva diçin.
DEAŞa rêxistina terorê 22yê hezîranê Mizgefta Nûrî ya Mezin û Minareya Hedbayê teqandibû.