Sevim Hatun
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
BRUKSEL
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, beriya Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê daxuyanî da rojnamegeran.
Di Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê de Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik Tirkiyeyê temsîl dike.
Stoltenberg got ku wê wezîr di civînê de li ser misyona NATOyê, têkoşîna dijî terorê, parastina sîberê bisekinin û destnîşan kir ku di çarçoveya biryarên meha borî di Civîna Serokan de hatin dayin rola îtifaqê di têkoşîna dijî terorê de xurt bû, pereyê ku bo parastinê tê veqetandin zêde bû.