Önder Beyter
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
QUDIS
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye, 5 zarokên Filistînî binçav kirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, li Şerîeya Rojava li bajarokê Beyt Fecr ê girêdayî bajarê Beytulahimê 5 zarokên Filistînê bi destê hêzên Îsraîlê hatin binçavkirin.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlê bi şev bi ser bajarok da girt û herwiha hat diyarkirin, ji zarokên binçavkirî yek jê 13, sê jê 14 û yê mayîn jî 16 salî ne.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ku dagirkirî ne, bi îdiaya keviravêtinê û bi îdiayên cur be cur, hêzên Îsraîlê zarokên Filistînî binçav dikin.
Li gorî rapora ku Cemiyeta Dîlên Filistînî weşand, hêzên Îsraîlê îsal li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava 908 zarokên Filistînî binçav kirin, ji van zarokan jî 270 jê niha di girtîgehên Îsraîlê da ne.
Îsraîlê di 2015an da qanûnek derxistibû ku destûrê dide wê yekê ku zarokên ji 12 salî piçûktir bên binçavkirin, bên dadgehkirin û di çarçoveya tewqûfkirina îdarî da bên desteserkirin.