Mahmut Geldi
06 Tebax 2021•Rojanekirin: 08 Tebax 2021
Hîzbullaha Libnanê ragihand ji ber êrîşên ku artêşa Îsraîlê pêr bir ser Libnanê wan jî wek bersiv bi moşekan êrîşî Îsraîlê kir.
Di daxuyaniya Hîzbullahê weşand da hat bibîrxistin ku Îsraîlê pêr ji hewayê va êrîşî ser herêmên El-Curmuk û Eş-Şewakîrê yên li başûrê Libnanê kir û komên girêdayî Hîzbullahê jî bi moşekan wek bersiv êrîş birin ser Çêwlikên Şebayê yên dagirkirî.
Têlevizyona Qanal 13 ya Îsraîlê ragihandibû ku ji alî Libnanê herî kêm 10 roket avêtine Îsraîlê û li Girên Golanê yên dagirkirî jî alarm hat dayîn.