Ferizat Kaya
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
BEYRÛT
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrellah ragihand ku piştî şer bi dawî bû heke artêşa Libnanê bixwaze ew derên ketine bin kontrola wan, dikarin teslîm bikin.
Nesrellah di axaftina xwe ya televizyonê de operasyona Hizbullahê ku rejima Sûriyeyê ji esman ve piştgirî da û li çoltera Arsala bakurê rojhilata Libnanê hat lidarxistin, parast.
Herwiha Nesrellah got ku biryara operasyonê Sûriye û Îranê nedane, operasyona li çoltera Arsalê di 2016an de hat plankirin û ji bo herêma Fîlîtaya li sinorê Libnanê, ji artêşa Sûriyeyê alîkarî xwestine.
Nesrellah got: "Di şerê li herêma Fîlîtayê da Hizbullah bi artêşa Sûriyeyê re tevdigere."
- Operasyona Arsalê
Hizbullah dijî Heyet Tehrîr Şamê li çoltera Arsal, Kalamûra nav sînorê Sûriyeyê û xeta Fîlîtayê bi alîkariya artêşa Sûriyeyê, roja înê operasyon dabû destpêkirin.
Di şerê ku artêşa Libnanê daxil nebû de Hizbullahê îdia kir ku ji sedî 80yî herêma Arsalê bidest xistiye.