Hamdi Yıldız
15 Mijdar 2021•Rojanekirin: 16 Mijdar 2021
Iraqê daxuyand ku li 8 kampên ser sînorê Belarûs û Polonyayê 571 welatiyên Iraqê hatin tesbîtkirin, ji bo ku welatiyên wan li ser van welatan ra neçin wê derê bi hin dewletan ra xebata kordîneyê dest pê kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Ehmed es-Sahhaf daxuyanî da têlevîzyona fermî ya Iraqê û ragihand ku li 8 kampên ku li ser sînorê Belarûs û Polonyayê li du herêman hatine avakirin, 571 welatiyên Iraqê hatin tesbîtkirin.
Sahhaf diyar kir, dirêjahiya sînorê welatên navborî 680 kîlomêtre ye û ji ber vê jimara Iraqiyên li wê derê tam nayê zanîn, Iraqiyên ku dixwazin vegerin welêt heta 18ê mijdarê ew ê seferekê rakin.
Sahhaf daxuyand, derfeta hikûmetê nîne ku pêşî li ber welatiyên xwe yên derveyî welêt bigre da ku derbasî welatekî din nebin. Sahhaf destnîşan kir, piştî ku bi Tirkiyeyê ra kordîne hat çêkirin, pêşî li ber Iraqiyan hat girtin ku herin Belarûsê û wan bi hin welatên din ra jî kordîne da destpêkirin.
Hikûmeta Iraqê di tebaxa çûyî da daxuyandibû ku wan 690 welatiyên xwe yên ku li ser herêma sînor a navbera Belarûs û Lîtvanyayê mane, anîn welêt.