Haydar Karaalp
29 Îlon 2022•Rojanekirin: 30 Îlon 2022
Iraqê ji ber êrîşên Îranê yên dijî baregehên Komele, PDKÎ û PAKê yên li bakurê welêt hişyarî da Îranê.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva yê Iraqê, rayedaran gazî Balyozê Bexdayê yê Iranê Mihemed Kazim El Sadiq kirin ku ew bê wezaretê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji ber êrîşên Îranê yên dijî gundên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yên bi moşek û ÎHAyan va hatin kirin û jin û zarok jî di nav da bûn sedema mirina hin sivîlên Iraqî wezaretê gazî Balyozê Bexdayê yê Iranê kir û hişyariyeke xurt da wî."
Êrîşên Îranê yên dijî rêbazên yekîtiya ax û desthilatiya Iraqê careke din bi tundî hat şermezarkirin û hat gotin li hemberî van êrîşên dijî sivîlên Iraqî ewê bêdeng nemînin.
Hat gotin divê Îran rêzê nîşanî desthilatiya Iraqê bide û hişyarî j bo rêvebiriya Tehranê hat dayîn ku ew dev ji êrîşan berde.
Îranê duh bi moşek û ÎHAyan va êrîşî navendên Komele, PDKÎ û PAKê yên li bakurê Iraqê kiribû.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistana Iraqê Saman Berzencî daxuyandibû, ku di êrîşên Îranê da 9 kes hatin kuştin, 32 kes jî birîndar bûn.
- Di nav hefteyekê da êrîşa sêyemîn
Li bakurê Iraqê di nav hefteyekê da ev bû êrîşa sêyem ku dijî navenda rêxistinên dijî rêveberiya Tehranê ne tê kirin.
Îranê di 24ê Îlonê da jî bi topan va êrîşî navendên Komele û PDKÎyê yên li bakurê Iraqê kiribû.
Li Îranê piştî ku Mahsa Emînî mir xwepêşandanan dest pê kir. Artêşa Parêzvanên Şoreşê Komele, PDKÎ û PAKê sûcdar kiribû ku ew piştgiriyê didin van xwepêşandanan, çekan û komên çekdar dişînin herêmê. Îranê rojek berê jî êrîşî mewziyên wan kiribû.
Komele, PDKÎ û PAK yên ku ji hêla Îranê wekî "rêxistina terorê" tên qebûlkirin, bi salan e di kampên li herêma Kurdistana Iraqê da dimînin.