Ali Makram Ghareeb
29 Îlon 2022•Rojanekirin: 30 Îlon 2022
Hat ragihandin ku di êrîşa Îranê ya dijî baregehên Komele, PDKÎ û PAKê yên li bakurê Iraqê da hejmara kuştiyan derket 9an, ya birîndaran jî bû 32.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Saman Berzencî der barê hejmara kuştî û birîndarên di êrîşa Îranê ya duh kiribû da agahiyên nû parve kir.
Berzencî daxuyand ku di êrîşa Îranê ya dijî baregehên Komele, PDKÎ û PAKê da hejmara kuştiyan gihîşt 9an, ya birîndaran jî bû 32.
Berzencî got rewşa birîndarên ku rakirine nexweşxaneyan jê gelekan giran e, hejmara miriyan dibe ku zêde be.
Îranê duh li bakurê Iraqê bi moşek û ÎHAyan va êrîşî baregehên Komele, PDKÎ û PAKê kiribû.
Wezîrê Tenduristiyê yê HKIyê Saman Berzencî daxuyandibû ku di êrîşa Îranê da 7 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.
- Di nav hefteyekê da êrîşa sêyemîn
Li bakurê Iraqê di nav hefteyekê da ev bû êrîşa sêyem ku dijî navenda rêxistinên dijî rêveberiya Tehranê ne tê kirin.
Îranê di 24ê Îlonê da jî bi topan va êrîşî navendên Komele û PDKÎyê yên li bakurê Iraqê kiribû.
Li Îranê piştî ku Mahsa Emînî mir xwepêşandanan dest pê kir. Artêşa Parêzvanên Şoreşê Komele, PDKÎ û PAKê sûcdar kiribû ku ew piştgiriyê didin van xwepêşandanan, çekan û komên çekdar dişînin herêmê. Îranê rojek berê jî êrîşî mewziyên wan kiribû.
Komele, PDKÎ û PAK yên ku ji hêla Îranê wekî "rêxistina terorê" tên qebûlkirin, bi salan e di kampên li herêma Kurdistana Iraqê da dimînin.