Adham Kako,Eşref Musa,Ahmad Wais,Ahmet Aydın
17 Adar 2020•Rojanekirin: 22 Adar 2020
Evdirehmanê bebek ku li bajarê Îdliba Sûriyeyê di êrîşa mûşekan a rejima Esed û terorîstên ku Îran piştevaniya wan dike de çavê wî yê rastê birîndar bûbû, tevî hemî midaxeleyan ma bi çavekî.
Evdirehmanê bebekê 2 mehî yê Îdlibî bû yek ji wan zarokan ku di êrîşên rejima Esed û terorîstên ku Îran piştevaniya wan dike, jiyana wan reş bû.

Berî çend rojan ji agirbesta 5ê adarê, muşekeke ku ji aliyê rejima Esed û terorîstên ku Îran piştevaniya wan dike hat avêtin, îsabetî xaniyê malbata Evdirehmanê bebek kir.
Evdirehmanê bebek ji ber ku perçeyekî şarapnêlan li çavê wî yê rastê ket bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Babul Hewaya li ser sînorê Tirkiyeyê lê tevî hemî midaxeleyan ma bi çavekî.
Bebekê ku protez xistin şûna çavê wî yê derketî, dê êdî jiyana xwe bi çavekî biborîne.