07 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
ÎDLIB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Sûriyê li Ebû Zuhura bajaroka Îdlibê bazara sotemeniyê bombebaran kir, 15 sivîl mirin, 40 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl hildan, jetên artêşê li Ebû Zuhura bajaroka Îdlibê êrîşa esmanî bir ser bazara sotemeniyê. Di êrîşê da 15 kes mirin, 40 kes jî birîndar bûn.
Agir li cihê bazarê ket rayedaran got ku ekîbên agirkuj midaxale kirin, birîndar rakirin nexweşxaneyên sahrayê.
Hêzên Esed digel agirbesta ku li Sûriyê di 27ê sibatê da ket rewacê, li ser Îdlib, Heleb, Dera, herêma Bayirbucaka Lazkiyeyê û li Şamê cihê ku mixalif lê ne bombebaran dike û agirbesat qismî û berwext binpê dike.