Fatih Gazioğlu
20 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2019
Li Sûriyeyê ji ber êrîşên balafirên şer ên rejima Beşar Esed û alîgirê wî Rûsyayê li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê dikin di 5 rojên dawî da 80 hezar sivîl ber bi sînorê Tirkiyeyê va revîn.
Li gor agahiyên ku ji Mihemed Halacê Midûrê Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê hat hildan, ji ber êrîşên balafirên şer ên rejima Beşar Esed û alîgirê wî Rûsyayê ên ku li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê dikin heta niha 80 hezar kesî malên xwe terikandin.
Li gor agahiyan herî zêde kesên ku li navçeya Maarratunnuman û derûdorê wê dijîn koç kirin.
Li herêmê hewcedariya acîl a malbatên ku koçkirin bi betanî, nivîn, xurek û amûrên jiyanê hene.
Li gor Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê di nav vê heyamê da 180 hezar sivîlan koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.
Ji sivîlan Mihemmed Haşşaş got ku ew ji ber êrîşên duh nerazene û wiha axivî: "Duh şev em ji ber êrîşan nerazan. 10 sal e em li vir in. Cara ewil em bi vî şiklî dikevin tengasiyê. Balafirên şer yên rejime êrîşên xwe yên duyemîn pariyekê dereng didin destpêkirin. Em jî di wê radeyê da koç dikin û ji herêmê direvin. Lêbelê êrîşên Rûsyayê şev û roj dewam dike. Bi roj tu kes nikare hereket bike."
Di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomînin. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav salekê da ji milyonekî zêdetir sivîlî koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.