18 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
FRANKFURT
Li Frankfurta Almanyayê alîgirên PKKya rêxistina terorê, tevî ku hikûmeta Almanyayê qedexe kiribû, bi filamayên ku wêneyê Abdullah Ocalanê serkirdeyê rêxistina terorê li ser bûn meş li dar xistin.
Li gorî daxuyaniya polîsên Frankfurtê îro li du xalên cuda yên bajêr ji bo pîrozbahiyên cejna Newrozê destûr hatiye sitendin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku beşdarvanan serenavên weke "Newroz", Ji bo Ocalan azadî", "Ji bo Kurdistanê azadî" xistin pêş.
Almanyaya ku civîn û mitîngên rayedarên tirk asteng kirin, ji bo çalakî û mitîngên PKKê dengê xwe dernexist.
Alîgirên rêxistina teororê ku li 2 xalên cuda yên navenda bajarê Frankfurtê civiyan, bi eskortiya polîsan dest bi meşê kirin. Sempatîzanên ku wêneyên Abdullah Ocalanê serkirdeyê rêxistina terorê û flamayên sembolên rêxistinê hildabûn, li dijî Tirkiyeyê druşm xwendin.
Li gorî reqemên ku polîsan veguhastin nêzîka 9 hezar kesî beşdarî çalakiyê bû û ji ber tedbîrên ewlekariyê hinek cadde ji çûnûhatinê ra hatin girtin.

Ji aliyekî din va hikûmeta Almanyayê qedexeyên ku ji sala 1993an va li dijî PKKê di rewacê da bûn berfireh kiribû.
Li gorî vê hatibû ragihandin ku digel sembolên PKKê, weên û postêrên Abdullah Ocalanê serkirdeyê rêxistina terorê jî li deverên giştî hatibûn qedexekirin.
Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Federal berî heftiyekê daxuyandibû ku biryar ji aliyê wezaretê va 2yê adarê ji hemû eyaletan ra hatibû ragihandin.