18 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
QAHÎRE
Li Qahîreya paytexta Misrê ji bo 102yemîn Salvegera Serkeftina Behrê ya Çanakkaleyê û Roja Bîranîna Şehîdan merasîm hat lidarxistin.
Merasîma bîranînê ya ku li Goristana Şehîdên Tirk ya ku li rojhilatê bajarê Qahîreyê ye, bi beşdarbûna Berjewendîguzarê Demkî yê Tirkiyeyê, Şêfê Misyona Heyî ya li Qahîreyê Alî Riza Guney û rayedarê balyozxaneyê digel xwendekarên tirk yên li Zanîngeha Ezherê û tirkên ku li wêderê dijînn, bi rê va çû.
Merasîmê bi sekna rêzê ji bo şehîdan û xwendina sirûda Marşa Îstîqlalê dest pê kir. Pişt ra di qarîên quranê yên Misrî li ser rihê şehîdan quran xwendin. Herwiha keçên Misrî yên ku li Ensituya Yûnis Emre ya li Qahîreyê fêrî tirkî dibin, helbest xwendin.
Piştî merasîmê şorba terxenê û xoşava tirî ku ji qerewaneya leşkerên beşdarvanê Cenga Cihanê ya Yekem hatibû pêkanîn ji mêhvanan ra hat îkramkirin.