Türkan Tosun
13 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
NEW YORK
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Amerîkayê Nikkî Haley daxuyand ew ji ber tevgerên Îranê yên li Rojhilata navîn ji peymana nukleerê vekişiyane û wiha got: "Me pere dida Îranê û me destûr dida ew van tevgerên xwe yên nebaş bidomîne. Me cardin mueyîde xistin rewacê. Bi vî awayî emê nefta Îranê hedef bigrin û ewê bi rastî jî tesîra wê bibîne."
Haleyê di têlevizyona Fox Newsê da pirsên der barê rojevê da bersivandin.
Haleyê polîtîkaya Amerîkayê ya li hember Îranê nirxand û wiha axivî: "Îranê Sûriye mehf kir. Li hember Îsraîlê tehdîd e. Îran li Rojhilata Navîn şerên wekaletê dike. Ji ber van sedeman em ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra vekişiyan. Me pere dida Îranê û me destûr dida ew van tevgerên xwe yên nebaş bidomîne. Me cardin mueyîde xistin rewacê. Bi vî awayî emê nefta Îranê hedef bigrin û ewê bi rastî jî tesîra wê bibîne. Îran êşa vê dibîne, ketine rewşeke xirab. Heta ew li ser pirsgirêka fuzeya balîstîk bisekine, dev ji piştgiriya terorê berde emê wan bifetisînin." "
Haleyê anî ziman di bikaranîna çekên kîmyewî da wan hişyarî daye rejim, Rûsya û Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî du caran bersiv daye bikaranîna çekên kîmyewî.
Nikkî Haley wiha got: "Me neceribînin, lewra şert û merc li dijî wan in."
Der barê girtina ofîsa Washingtonê ya Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê da jî Haley wiha axivî: "Heke neyên ser maseya mizakereyê çima ofîsa wan li Washingtonê hebe. Em çima Filistîniyan fînanse bikin? Lê evê nebe sedem ku em dev ji plana aştiyê berdin. Em dixebitin û hêvî dikin ewê bên ser maseyê."