Elif Orhan
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
ANKARA
Li Îranê firokeya eskerî ket û di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê firokeyeke Hêzên Asîmanî ya Îranê li navçeya Melarda nêzî Kereçê di fira perwerdeyê da ket.
Hat ragihandin ku firokeya cureyê Chînookê ji ber erizayeke teknîkî ketiye û di qezayê de 5 esker birîndar bûn.